image

PeyamaKurd – Bi sedema barîna berfê li bajarê Diyarbekirê 22 otomobîl qezayekî zincîre kirin û di qezayê de 10 kes birîndar bûn. Li ser çêbûna qezayê gelek tîmên polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Kesekî di ereba xwe de asê mabû, tîmên îtfaiyê karibûn wî ji otomobîla wî derxin.

Tîmên tenduristiyê birîndaran birin bo nexweşxanên cûr bi cûr. Bi sedema girtina rê, di ser yek şerîdekî de rê didin otomobil û seyareyên din.