image

PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê, îro hilmeta lêdana derziya li dijî Koronayê, destpê kir û yekem kesê derzî wergirt, bijîşkê navdar ê Duhokê bû.

Li gor zanyariyan, îro hilmeta lêdana derziya li dijî Koronayê li Parêzgeha Duhokê destpê kir û bijîşkê navdar Dr. Ebdullah Seîd, yekem kes bû ku li Parêzgehê derzî wergirt.

Roja 2yê Adara 2021ê, beşa yekem a derziya Çînê gihişt Herêma Kurdistanê, ku 5 hezar derzî bûn.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa di civîneke çapemeniyê de diyar kir, para Parêzgeha Duhokê di wê beşa derziyê de 920 derzî ye, wek qonaxa yekem, ji bo 460 bijîşk û karmendên tendirustiyê dê werin bikaranîn.

Biryar e, di rojên bê de li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê lêdana derziya Koronayê ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê destpê bike.