image

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 43 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî ji ber vîrusê can dane.

Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de, 43 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin; 2 kesan ji ber vîrûsa Koronayê can dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Hat zanîn, di 24 saetan de, 977 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 381 kes li Hewlêrê, 185 kes li Silêmaniyê, 337 kes li Duhokê, 32 kes li Raperînê û 42 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 104964, Mirin: 3436, Başbûn: 85814

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.