image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya ser rewşa vîrusa korona ya îro Pêncşemê de ragihand, di 24 saetên borî de 17 kesan ji vîrusa korona can daye û 379 kesên din jî pê ketine.

Ev hejmar di rojên dawî de yek ji hejmara herî kêm ya pêketin û mirinên ji Covid-19 ye li Herêma Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku ji 379 kesên bi koronayê ketine, 123 kes li Hewlêrê, 90 kes li Silêmaniyê, 143 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê ne.

17 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce  û 3 kes li Germiyanê ne.

Hejmara nexweşên di 24 saetên dawî de baş bûne jî 392 kes in.

Bi van amaran re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 95235 kesan, ya mirinan bû 3078 kes û heta niha 59032 kes jî ji nexweşiya Covid-19 baş bûne.