image

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, li ser xwepêşandanên ku li navenda parêzgeha Zîqar Nasiriyê ji nû ve dest pê kirine got, hewl tê dayîn ku herêmek li başûrê Iraqê were avakirin.

Nûrî Malikî di daxuyaniya xwe de îdia kir, tişta li parêzgeha Zîqar a navenda wê Nasiriye pêk tê destpêkeke ji bo ragihandina herêmekê û got, plana damezrandina herêmekê li Zîqarê ji aliyê hêzên derve ve hatiye darijandin.

Malikî herwiha diyar kiriye ku Iraq gihîştiye qonaxeke ku tê de ne liyaqata dewletê maye û ne jî daxwazên xwepêşanderan hatin bicihanîn.