image

PeyamaKurd – Bi fermana parêzgeherê sepandî li bajarê Kerkûkê dikanên zêdetirî 200 esnafan hatin hilweşandin.

Li gorî zanyariyan di çend rojên dawî de li Kerkûkê, bi behaneya nehîştina zêdegaviyan, dikanên xelkê têne hilweşandin.

Li ser hilweşandina dikarin berdevkê qaymeqamtiya Kerkûkê, Umêd Mihemed gotiye, komîteya nehîştina zêdegavan ji doh êvarê ve dest bi rakirina dikan û kolikên ku ne qanûnî hatine çêkirin û danîn kiriye.

Umêd MIhemed dibêje, wan kesan li cihên giştî û li ser rêya ku welatî tê de hatinçûnê dikin, dikan çêkirine û ji ber wê jî têne rakirin.