image

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê Ciwan 27 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kes jî bi Koronayê can dan.

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa, do derengiya şevê amarên dawî yê roja Çarşemê belav kir.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, hejmara berketiyan li bajaran wiha ne: Hesekê: 3, Qamişlo: 6, Dêrik: 2, Çilaxa:3, Kobanî: 1, Reqa: 2, Tebqa: 8, Şehba: 2

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, ji nav nexweşên Koronayê 5 kesên din baş bûne û 2 kesan jî can dane. Heta niha li Rojavayê Kurdistanê 8 hezar û 390 kes bi Koronayê ketine û 286 kes bi Koronayê can dane û 1.188 kes jî baş bûne.