image

PeyamaKurd –  Rêveberiya Xweser, 7 sêwiyên malbatên DAIŞê yên Fransî, radestî Fransayê kirin.

Şandeyeke Fransî li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê serdana Navenda Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Li gor Rêxistina Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, piştî di navbera her du aliyan de belgeyek hat îmzekirin heft sêwiyên malbatên DAIŞê yên Fransî radestî nûnerên Hikûmeta Fransayê kirin.

Herwiha ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser jî piştrast kir ku di dawiya serdanê de hinek zarokên malbatên DAIŞê yên xwedî nasnameyên Fransî, li gorî belgeyeke fermî radestî şandeya Fransî hatin kirin, lê derbarê hejmara wan de zanyarî nedaye.

Di hevdîtinê de, her du aliyan rewşa li Sûriyê û rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê, êrişên wê yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê û tawanên çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspî, zêdebûna hejmara bûyerên kuştinê li Kampa Holê, pêwîstiya rola Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî û komîteya destûrî ya Sûriyê de, gotûbêj kirin.

Herwiha Rêveberiya Xweser di 8ê Kanûna 2020an de ji kampên Hol û Roj 25 jin û 73 zarokên malbatên DAIŞê, radestî radestî hikûmeta Ozbekîstanê kiribû.