image

PeyamaKurd - Li Şingalê îro 25ê Cotmehê bi amadebûna tîmeke pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) goreke komî ya ku termên 80 jinên bi destê teror û hovîtiya DAIŞê hatibûn kuştin, hatin derxistin.

Neteweyên Yekbûyî sala 2017an biryara avakirina tîmeke taybet a ji bo lêkolînên ser tawanên terorîstên DAIŞê li Iraqê dabû.

Îro Yekşemê bi merasîmekê û amadebûna nûnerên hikumeta Iraqê û tîmeke ji NYyê, goreke komî ya jinên Êzidî li Şingalê hat vekirin.

Di gorê de termên 80 jinên êzidî yên li ser destê DAIŞê hatibûn kuştin derketin ku li gorî agahiyan jinên hatibûn kuştin ji gundê Koço ne û temenê wan li ser 40 salî ne.

Yek ji jinên êzdî ku dayika wê jî di nav gorên komî de ye diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî gund bûn, jin û zilaman ji hev cûda kirin û ew kuştin.

Xizmên kesên ku texmîn dikin termên malbata wan di gora komî de ne daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de nasnameyên termên ji gorên komî derketine bên naskirin.