image

PeyamaKurd - Li gundekî ereban ê Şingalê teqîneke çêbû û di encama teqînê de, 9 kes hatin kuştin ku 8 ji wan leşkerên Iraqî ne.

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ji medya Kurdistanê re ragihand, îro piştî nîvro teqînek li gundê Şerayih Şîmal yê ereban rû da û di encamê de 9 kes hatin kuştin.

Qeymeqamê Şingalê da xuyakirin, li gor zanyariyên Rêveberiya Polîsê Şingalê, 8 kesên hatine kuştin bi ser Endezyariya Leşkerî ya Iraqê ve ne û kesê din jî welatiyekî sivîl e.

Hat diyarkirin ku dema tîma endezyariya leşkerî xwestiye bombeyên vedayî ji bo cihekî din veguhêzin bombe di erebeyê de teqiyaye û 9 kesan can daye.