image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar rû daye ku hejmarek kuştî û birîndar hene.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku dema operasyona Eren-10 ya hatiye destpêkirin, şer rû daye û got ku di encama şerê qewimiye de, doh 2 îro jî 6 bi giştî 8 PKKyî hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku operasyona navborî bi beşdariya hêzên taybet ên cendirme û polîs li herêma Besta berdewam dike û gerîlayên di şer de can dane jî di ‘lîsteya sor’ de bûne.

Derbarê encamên şerê gerîlayan û artêşa Tirk de, hêj ji aliyê baskê PKKê yê leşkerî Hêzên Parastina Gel (HPG) ve daxuyaniyeke nehatiye dayîn.