image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê,176 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirine û hejmara nexweşên giran jî gihîştiye 2 hezar û 811 kesan.

Li gorî amarên wezaretê yên 10ê Çile hatine belavkirin, 9 hezar û 138 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine ku ji wan 1 hezar û 17 kes nexweş wekî nexweş hatine tomarkirin û 8 hezar û 103 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 2 milyon û 326 hezar û 256 kesan. hejmara kesên heta niha ji baş bûne gihîşt 2 milyon û 198 hezar û 150 kesan û hejmara mirinan jî bû 22 hezar û 807 kes.