image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 1ê Tebaxê li navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, komekê ciwanan şahiyek ji bo şandina hevalên xwe yên diçin leşkeriyê li dar xistin.

Hat zanîn ku polîsan destwerdana wan ciwanan kiriye û xwestiye belav bibin û dema gule reşandine hewayê zarokeke jî bi guleyê birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyên deverê, polîsan dema guleberdana hewayê tu hişyariyê nekirine û bêserûber gule berdane ku guleyek pengizîye li serçavê ciwanekî salî E.Ç. ket. 

Hat zanîn ku ew ciwan ji bêvila xwe birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.