image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Balyozê Koreyê yê li Iraqê Jang Kyung Wook re civiya.

Balyozê Giştî yê Koreyê li Hewlêrê jî di hevdîtinê de amade bû. Di civînê de, qala pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û komara Koreyê hat kirin.

Balyozê Koreyê, amadehiya welatê xwe ji bo xurtkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî di warên aborî, bazirganî û kulturî de û pêşkêşkirina alîkariyan ji koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne nîşan da.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya hevkariya komara Koreyê kir û amaje bi dostaniya xurt a di navbera Korya û Herêma Kurdistanê kir ku di salên borî de gelek projeyên geşkirina aborî li Herêma Kurdistanê pêk anîne û piştevaniya xwe jî ji bo xurtkirina pêwendiyên dualî yên bi komara Koryayê re da xuyakirin.