image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansa bîranîna biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî de ku tê de herêma aram û herêma dijîfirînê li Iraqê hat ragihandin de, spasiya welatên Ewropî û Brîtanyayê kir.

Serokwezîrê Barzanî, daxwaz ji civakî navdewletî kir ku hevkariyê ji bo serxistina doza kurdî bikin û pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Kurdistanê re bihêztir bikin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê wek cihekî aram ji hemû pêkhateyan re dimîne û got: “Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî re dawî li dewleta DAIŞê anî, lê hîna metirsiyên DAIŞê li ser navçeyê maye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye.”

Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku piştevanî û hevkariya hevpeymanan di hemû qonaxan de ji bo gelê Kurd gelek girîng bû û Herêma Kurdistanê herdem rêzê li nirxên hevbeş ên hevpeymanan digire.

Mesrûr Barzanî diyar kir, biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ku di 5ê Nîsana 1991an de hatiye derxistin, baştirîn û girîngtirîn biryar e bo piştevanîkirina gelê kurd.

Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser peymana Şingalê û bi bîr xist, heta niha peymana Şingalê bi cih nehatiye û ev yek jî ji bo vegera koçberan bûye pirsgirêk û diyar kir ku vegera koçberan ji bo cih û warên xwe pêwîstiya wê bi piştgiriya civaka navdewletî heye.

Barzanî diyar kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewlekariya cîhanê parastine û li şûna cîhanê li dijî rêxistinê şer kirine û got, ‘Hêzên Pêşmerge efsaneya çekdarên DAIŞê şikand.’

Serokwezîr Barzanî derbarê pêwendiyên bi Brîtanyayê re de jî destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên leşkerî û siyasî yên bi wî welatî re berfirehtir dibin.