image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di wexta hukumeta 9 em de, projeyên bi miqdarê 12 mîlyar dolaran hatine tesdîqkirin. Barzanî di ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî de bi navê serikê ‘Kurdistana Xurt’ weha belav kir:

“Di wexta vê hukumetê de, heyeta veberhênanê ji bihayê 2.56 mîlyar dolarî zêdetir ruxsetên kar yên nû derxist. Van hewlên han, destpêka serbestberdana bo pêşdeçûna sektora taybete û tenê despêka bernameya me ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dewama ragihandina xwe de weha dewam dike:

“Zêdekirina cûreyên şaxên aboriyê, şansdayîna bo pêşdeçûna her sektorê ye. Di dewra hukumeta me de, heyeta veberhênanê bi bihayê 12 mîlyar dolaran projeyên di warê sanayî, avahiya xaniyan, tûrîzm, spor, bazirganî, tenduristî û zîraetê de tesdîq kir.”