image

PeyamaKurd – Derbarê gotinên Aldar Xelîl ên li ser Pêşmergeyên Roj de, Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl axivî û got: “Ev gotin û ev axaftin li dijî berjewendiyên miletê Kurd e.”

Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl, do di hevpeyvînekê de gotibû:

“Pêşmergeyên Roj ne Pêşmerge ne, belkû ew çeteyên dewleta Tirkiyê ne.”

Mihemed Îsmaîl li ser van gotinan da zanîn:

“Ev gotin û ev axaftin li dijî berjewendiyên miletê Kurd e, li dijî hemû tiştên ku aramî têxe nav civaka Kurdî de, weke name ne, dişînin û dibêjin nehezên Kurdan ku 'ez amade me ku nehêlin tiştekî Kurdayetî, tiştekî nêzîbûneke Kurdan pêk bê'. Tê vê wateyê, ji xeynî vê, wate jê re tune ne.”

Mihemed Îsmaîl destnîşan kir:

“Ne cara ewil e ku Serokê Şanda PYNKê van daxuyaniyên xerab li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dide, berî niha jî şewitandina ofîsên encûmenê, herwisa ragihandinên wan rojane, gotinên xerab û tevgerên xerab derheqê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û xebatkarên miletê Kurd, îro destdirêjahî vê carê ser muqedestirîn hêza miletê Kurd, Pêşmergeyên Roj herî destspî ye derbarê hemû krîza Sûriyê de, li seranserê Sûriyê, hêzeke siyasî bi xwe amade kiriye, berevaniyê di ber milk û mal û samanên miletê Kurd û pirsa Kurdî de dike.”

Herwiha Mihemed Îsmaîl eşkere kir:

“Îro ev axaftina derbarê wan de tê kirin, berjewendiya kesî tê de tune, tu berjewendiya miletê Kurd tê de tune, nearamiyek dixe nav civaka Kurdî, dilrehetî ji nav civaka Kurdî dûr dike, berevajî hemû rêkeftin û xalên ku em gihane hev, ew têgihiştinên ku me bi hevdû re kirine li ser bingeha rêkeftina Duhokê û rêkeftineke siyasî û îdarî û leşkerî be, ev binpêkirina hemû van tiştan e.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê dide zanîn:

“Dewletên derdorê û nehezên Kurdan ne razayî ne, her çi gavekê ber bi pêş biçe, diyaloga Kurdî bi ser bikeve, yekrêzî di nav mala Kurdî de çêbibe, nehez gelek in û ji hemû aliyan ve li dijî wê disekinin.”

Mihemed Îsmaîl bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir û got:

“Ji aliyê garantîdar, ji Kak Mezlûm tê xwestin ku eger cidî ye û dikare vê rêkeftinê alîkariyekê pê bike, lazim e van dengên han û van xelkê han bisekinîne, ev ne cara ewil û ne ya didoyan û ne ya sisêyan e ku van axaftinên tund ên xirab ku proseyê tevde têk dibe.”