image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew destekê didin tûra sêyem ya hevdîtinên stratejîk yên navbera Iraq û Amerîkayê.

Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku ew girîngiyê didin tûra sêyem ya hevdîtinan û bo wan girîng e.

Nêçîrvan Barzanî her weha ragihand ku pêşdeçûna têkiliyên navbera her dû aliyan yên di çarçoveya berjewendiyên hevpar de, gavekî girînge. Barzanî xwest ku hevdîtin bi awayekî serkeftî dewam bikin û desteka xwe bo hevdîtinan ragihand.

Tûra sêyem ya hevdîtinên di navbera her dû aliyan bi amadebûna wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn û bi amadebûna dîplomatan duhî di nav xwe de destpêkiribû.

Hevdîtina yekem ya navbera Iraq û Amerîkayê di 11 ê hezîrana 2020 an de, ya duyem di 9 ê tebaxa 2020 an de li Washingtonê hatibûn kirin.