image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi gulebarankirinê kuştina 8 sivîlan li bajaroka Beled ya Iraqê ku doh pêk hatibû, şermezar kir.

Şeva borî li devera Ferhaniye ya bajarokê Beled a parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, 8 kesên sivîl ji aliyê terorîstan ve hatin komkujkirin ku guman heye ew bûyer ji aliyê çekdarên bi ser Heşdî Şeibî ve hatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wê bûyerê peyamek belav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên pêwendîdar yên hikûmeta Iraqê jî kir ew terorîstên ku ew êrîş kirine, bibînin û teslîmî dadgehê bikin da ku bên sizadan.

Serokê Herêma Kurdistanê got ku hemû hêz û alî divê piştevaniya hikûmetê bikin bo nehîştina gef û êrîşên wiha li ser welatiyan.