image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Hindistanê yê Iraqê Berndar Singh Yadave kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, li ser têkiliyên Hindistanê yên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye axaftin û rewşa hemwelatiyên Hindistanê yên li Kurdistanê jî hatiye gûftûgo kirin.

Di civînê de ji bilî çareseriya bo vîrusa koronayê, derheqê aboriyê de jî Serokê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku ji bo veberhênana şîrketên Hindistanî yên li Kurdistanê dê bibin alîkar û asankariyê bikin.

Balyozê Hindistanê behsa çanda pêkvejiyanê ya li welatê xwe kir û pesnê çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da.

Konsolosê Giştî yê Hindistanê Sûbhaş Çandra ku nû dest bi kar kiriye jî di civînê de amade bû û Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî lê kir.

Barzanî piştrast kir ku dê hevkariyê bikin û alîkariya aborî bidin xwendekarên ji Herêma Kurdistanê yên li Hindistanê.

Di civînê de rewşa karkerên Hindistanî yên li Herêma Kurdistanê hat gûftûgo kirin û Nêçîrvan Barzanî pesnê rola karkerên Hindistanî yên li Herêma Kurdistanê da.