image

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Diyarbekirê, 6 sal û 3 meh ceza da parlamentarê HDPê Antalyayê Kemal Bulbul.

Hat zanîn Kemal Bulbul ji ber endamtiya xwe ya komîsyona ol û baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye mehkemekirin û dadgehê bi hinceta endamtiya rêxistina çekdar cezayê 6 sal û 3 mehan yê girtîgehê lê birî.

Kemal Bulbul ji ber ku parlamentar e, dadgehê xwest biryara dadgehê bo parlamenê jî bê şandin ku dema biryar li parlamenê bê xwendin parlamentariya wî jî betal dibe.

Parêzerê Bulbul di danişîna îro 26ê Mijdarê ya dadgehê de, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir û red kir ku ji endamtiya rêxistinê bê cezakirin, lê dozger mutaalaya xwe dubare kir û dadgehê jî biryara cezakirinê da.