image

PeyamaKurd - Parlamentera berê ya Kurd li Parlamentoya Iraqê Pîroz Kakeziyad, koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, îro kesayeta akademîsyen û endama berê ya encûmena nûnerên Iraqê Pîroz Kakeziyad Heme Axa Koye ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.

Herwiha hat destnîşankirin, berî demekê li Brîtanya emeliyat bûye û pişt re rewşa tenduristiya wê ber bi xerabiyê ve çûye. Herî dawî jî  do li mala xwe ya li Hewlêrê koça dawî kir û îro li Koye hat veşartin.

Pîroz Kakeziyad, hem siyasetmedar bû, herwiha bijîşka jinan bû û bi salan di sektora tenduristiyê de xizmet kir.