image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Newsûd ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di encama êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Malpera mafên mirovan Hengawê ragihand, doh 27ê Sibatê li devera sînorî ya Newsûd li bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê bi tivingên nêçîrê gule berdan ser kolberan.

Hat zanîn ku di wê êrîşê de kolberekî kurd bi navê Mihemed ku xelkê gundê Dariyan yê Pawe ye, ji serê xwe birîndar bû.