image

PeyamaKurd - Serokê Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê civîna ligel Komela Îslamî Zeîm Elî ragihand, armanca wan ji van serdana partiyan, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nav du hefteyên dawî de, li Hewlêr û Silêmaniyê civînan bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re pêk tîne ku îro Yekşemê jî şanda PDKê li Silêmaniyê ligel şandeke Komela Îslamî ya Kurdistanê civiya.

Serokê Şanda PDKê Zeîm Elî piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, armanca wan ji van serdanan, yekdengiya kurdan li Bexdayê, amadekariyên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e.

Hat diyarkirin ku wê şanda PDKê îro li Silêmaniyê serdana Partiya Sosyalista Demokrata Kurdistanê (PSDK) jî bike.