image

PeyamaKurd – Berpirsê Civata Serkirdayetiya Hewlêrê ya PDKê Kakemîn Necar, li ser hevdîtinên ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê ku ev du hefteye li Silêmanî û Hewlêrê berdewam dikin daxuyanî da.

Kakemîn Necar piştî civînên şnda PDKê ligel Komela Îslamî û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li ser hevdîtinên şandê yên ligel YNKê mijara daxwazên cudabûna Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê bibîr xist, "Di civîna digel Yekîtî de behsa pirsa nenavendiya Îdarî kirine wek di karnameya Hikûemtê de hatiye çespandin, ew jî ji bo kêmkirina rûtînê ye."

Necar di civîna rojnamevanî de got: "Yekîtî daxwaza nenavendiya siyasî nekiriye û ew jî hevnerînin li ser çespandina ne navendiya Îdarî."