image

PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji bo pêkanîna yekhelwestî û yekdengiya kurd dest bi civînên aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye, îro 14ê Çile li Hewlêrê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.

Hat ragihandin ku civîn li baregeha Polîtburoya YNKê ya Hewlêrê dest pê kiriye û di civînê de pêwendiyên di navbera PDK û YNKê û çawaniya bicihanîna bernameya kabîneya nehem tê guftûgo kirin.

Yek ji mijara civînê jî ew e ku ji ber ew her du hêz du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê ne, dê bi yekalî û bi peyameke hevbeş guftûgoyê ligel Bexdayê û mijara hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo bikin.

Şanda PDKê ji endamên Polîtburoyê Zeîm Elî Kakemîn Necar û endamên Serkirdatiyê Piştîwan Sadiq û Elî Husên pêk tê.

Şanda YNKê jî ji endamên Polîtboruyê Seidî Pîre û Soran Cemal Tahir û endamên Serkirdatiyê Salar Serhed û Dara Reşîd pêk tê.

Şanda PDKê doh Çarşemê jî serdana Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Îslamî û Hizba Şiyoî kiribû û tê çaverêkirin şanda PDKê piştî civîna ligel YNKê, bi şandeke Tevgera Gorranê re jî bicive.