image

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Qasim Qerecî ragihand ku serkeftina ezmûna rêkeftina Şingalê ji bo rêkeftinên Kerkûkê û bajarên din ên Iraqê rê xweş dike.

Qasim Erecî di daxuyaniyeke nivîskî de gotiye, hikûmeta Iraqê dixwaze asayiş û îstiqrarê li seranserê Iraqê pêk bîne.

Erecî diyar kiriye: “Serkeftina ezmûna rêkeftina Şingalê rêxweşker e ji bo bicihanîna wê ezmûnê li Kerkûk û bajarên din ên Iraqê. Hikûmeta Iraqê jî her hewlekê ji bo vegerandina asayiş û îstiqrarê li seranserê welat dide.”