image

PeyamaKurd – Parêzgariya Duhorê kuştina ciwanê Duhokî Cotyar Muhsîn ku ji aliyê PKKê ve hatibû revandin û dema operasyona Tirkiyê ya bi ser Garê de hatiye şehîdkirin bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya parêzgariya Duhokê de hat gotin: “Em revandin, girtin û zîndanîkirina Cotyar Muhsîn Siyarê ji aliyê hêzên PKKê ve û şehîdkirina wî bi tundî şermezar dikin.”

Parêzgariyê da zanîn girtin û dadgehkirina hemwelatiyan tenê karê darazê ye û PKKê bi awayekî dijmirovî bi tohmeta ku Cotyar Muhsîn sîxurtî kiriye salekê ew revandiye û destgîr kiriye.

 Di berdewamê de hat gotin, “Lê belê ti belgeyek derbarê sîxûrbûna wî de nekarîne pêşkeş bikin. Doh 22ê Sibatê cenazeyê Cotyar Muhsîn radestî malbata wî hatiye kirin.”

Cotyar Muhsîn ê ku sala 1991ê li Duhokê hatiye dinê, dema ku li kompaniyeke petrolê kar dikir 29ê Çileyê  2020an ji aliyê PKKê ve hatibû revandin û digel hemû hewldanên malbatê jî nehatibû azadkirin ku herî dawî di operasyona Tirkiyê ya bi ser Garê de tevî 12 polîs û leşkerên tirk ên dîlkirî hatibû kuştin.

Li ser kuştina 13 dîlan PKK û Tirkiye hevdu tawanbar dikin û red dikin wan ew kuştine.