image

PeyamaKurd – Ji bo pêşwazîkirina Papa Francis, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî kiriye. Biryar e roja Yekşemê li Hewlêrê, li paytexta pêkvejiyan û aştiyê, li stadyuma Franso Herîrî, ligel 10 hezar kesan dua bike.

Rêveberê bajarokê Enkawe diyar kir; bi pêkvejiyana hemû olan û parastina Mesîhiyan, ji 2003an ve Herêma Kurdistanê ji bo wan bûye cihê aram.

Enkawe, bajarokekî biçûk di nav pêkvejiyaneke mezin de, ji bo pêşwazîkirina Papa Francis amadekariyan dike.

Piraniya cihên ku wê Papa Francis serdana wan bike, bi diruşmên biratî û pêkvejiyan û wêneyên Papa Francis û alayên rengereng hatine xemilandin.

Rêveberê Bajarokê Enkawe Romî Nûrî destnîşan dike, hatina Papa bo Herêma Kurdistanê peyamek e, ku Herêma Kurdistanê cihekî aram e ji bo Mesîhiyên hemû Iraq û hêmaya qebûlbûna zêdetir a pêkvejiyana olî û netewî ye.