image

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê hejmar pêketin û mirinên koronayê di nav çend hefteyên dawî de bi awayekî berbiçav kêm bûye. Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 10ê Çile de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 68 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku ji 68 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 11 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 20 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

6 kesên wefat kirine jî 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, kesek li Duhokê û kesek li Germiyanê ye.

Wezaretê diyar kir ku di 24 demjimêran de 968 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên Covid-19 gihîşt 104402 kesan, ya mirinan bû 3424 kes û heta niha 79970 nexweş jî baş bûne.