image

PeyamaKurd – Grûbên çekdar yên opozîsyona Sûriyê ku bi Tirkiyê ve girêdayîne, di van çend rojan de ji Efrînê 12 kesan revandine û di nava revandiyan de 5 zarok jî hene. Grûbên bi çek piştî kesan direvînin ji malbatên wan pere dixwazin.

Li gor rêxistinê di 2 yê vê mehê de xortekî bi navê Azad Cemîl Nebo ji Efrînê revandine û wî bi awayekî dirinde eşkence kirine. Grûba çekdar ji malbata Azad 50 hezar dolar pere xwestiye û eger ew pere neyê dayîn dê wî bikujin.

Grûba bi navê Emşate jî di 13 ê mehê de ji bajarokê Şiyê 5 zarokan revandine. Di nava zarokan de 4 ji wan Erebin û hatin berdan lê zarokê Kurd yê bi navê Izadîn Yûsûf bernedan û nayê zanîn bê bi serê wî de hatiye.

Kesê bi navê Beşar Henan Reşîd ji aliyê grûba Polîsa Leşkerî de di 12 ê mehê de ji gundê Şêxhitko hatiye revandin û encama jiyana wî ne diyare.

Li gor raporê çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê çend roj berê kalekî bi navê Arif Osman ku 67 saliye û Amir Mihemmed Henan ji gundê Husê ya bi ser navçeya Mabetaye hatine revandin û dahatûya wan diyar nîne.

Grûba Polîsa Leşkerî û grûba û Polîsa Medenî di 11 ê mehê de bi ser gundê Qurtqulaq a navçeya Şera de girtin û du kesên bi navê Mihemed Hemo û Mihemed Xalid revandin.

Grûpa Polîsa Leşkerî roja 6 ê vê mehê kesê bi navê Husên Enwer Elî ji gundê Hesen ê ser bi navçeya Raco ve revand û dest danîn ser otomobîla wî. Heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Li gor agahiyên ji Efrînê tên sitendin; ji roja 18 ê adara 2018 an ku artêşa Tirkiye ketiye nav û dora Efrînê û heya îro li dora 7 hezar kes ji Efrînê hatine revandin û ji malbatên wan pere sitendine.