image

PeyamaKurd – Îro ber destê êvarê bi sedema barîna berfa zêde û bamiştê, rêya navbera Sêwas û Tokatê hat girtin. Li deverê gelek erebe di rê de man û tîmên bi berfê re têdikoşin xebata vekirina rêyan dewam dikin.

Li nava bajarê Sêwasê bi xwe jî berfa şelape dibare û çûn û hata erebeyan bi zahmetî bûye. Tîmên trafîkê agahiyan didin xelkê ku heya mecbûr nemînin kes dernekeve rê û bila herkes bi tedbir tevbigere.