image

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 3 nexweşên koronayê wefat kirine û 3 kesên din jî pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa da xuyakirin, di 24 seatên dawî de 3 kesên din bi koronayê ketine ku 2 kes Qamişlo û kesek jî li Minbicê ye.

Mistefa eşkere kir ku 3 nexweşên koronayê jî jiyana xwe ji dest dane û kesek jî baş bûye.

Bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser gihîşt 8 hezar û 608 kesan, ya mirinan bû 321 kes û heta niha hezar û 247 kes jî baş bûne.