image

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand di nav 24 saetên borî de li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 54 kesên din ji koronayê can dane û 200 kesên din jî pê ketine.

Mistefa eşkere kir ku ji 200 kesên bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine ku 121 mêr û 79 jin in û 9 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 11 hezar û 533 kesan, ya mirinan bû 410 kes û hezar û 351 kes jî baş bûne.