image

PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 2 kesan ji koronayê can daye û 38 kesên din jî pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nav 24 saetên borî de mêrek li Qamişlo û jinek li Şehbayê bi Koronayê can dane.

Herwiha 38 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketine ku 14 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 6 kes li Tirbesipiyê û 6 kes li Şehbayê ne

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 21 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt 6 hezar 825 kesan, ya mirinan bû 187 kes û 1005 kes jî baş bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberiya Xweser ji ber zêdebûna haletên koronayê îro Pênceşmê qedexeya giştî ji bo 10 rojan li bajarên Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.