image

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir êrîşa li ser baregehê PDKê li Bexdayê şermezar kir û got, Iraq dîlê hez û gendeliyê ye û di bin kontrola zarokan de ye.

Sedir di daxuyaniya diyar kir: “Ji Xwedê bitirsin bo aştiya civakî, çimku di metirsiyê de ye, çi bi serê we hatiye? Siyasetvan şerê hev dikin, partî şerê hev dikin, gel şerê hev dikin, bangxwazên reformê şerê hev dikin, xelkê ayîndost şerê hev dikin, xelkê sivîl û dost şer dikin, dijmin jî li vir û li wê me perçe perçe dikin.”

Muqteda Sedir di beşeke din a daxûyaniya xwe de, ji hêzên Iraqê re got: “Hûn bi aqil nabin, ma hûn nizanin Iraq emanetek e ku divê biparêzin, ne ku bişewitînin.”

Sedir ew kesên ku karê kesên baregeha PDKê û ala Kurdistanê şewitandin wekî karekî terorîstî bi nav kir.