image

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen di hevpeyvîneke bo medya Yûnan de bal kişand ser kur Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê (Bakur-Rojhilatê Sûriyê) û Rojhilatê Derya Spî bi caran hiqûqa navdewletî binpê kiriye û got, li bendê me rêveberiya Joe Biden a Amerîkayê helwesta xwe li hember Tirkiyê tund bike.

Senotor Chris Van Hollen got, “Ji bo berpirsgirtina Tirkiyê ji çalakiyên binpêkariyê, bendewarê xebata ligel rêveberiya Joe Biden im.”

Hollen diyar kir ku ew hêvîdare di serdema seroktiya Joe Biden a Amerîkayê de, siyaseteke tund li hember Tirkiyê bê meşandin û li dijî otorîterbûna Erdogan; serdestiya hiqûqê, normên demokrasiyê û azadiya medyayê biparêze.

Hollen herwiha rêveberiya Trump jî rexne kir û got ku hiştiye pêbaweriya Amerîkayê ligel hevpeymanan nemîne, lê wê di heyama Biden de pêwendiyên Amerîkayê yên bi hevpeymanên Ewropayê re hatine xirabkirin ji nû ve werin başkirin.