
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li devera Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, 8 kes revandin.
Li gor saziya çavdêriya mafên mirova ya Sûriyê daye zanîn, çekdarên Tirkiyê do li gundê Mirîkês yê Serê Kaniyê, 8 kes revandin.
Çekdarên Tirkiyê bi hêcetên sosret xelkê direvînin. Piraniya caran jî tenê bo wergirtina diravan wan direvînin.
Li Efrîn û Serê Kaniyê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ku di bin destê hêzên Tirkiyê de ne, rojane sivîl tên revandin û kuştin.
Add Comment: