
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya salvegera damezrandina televizyona Kurdistan TV peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Kanala Asmanî ya Kurdistan TV wekî yekemîn kanala televizyona asmanî ya Kurdistanê, li rûyê pêgirîbûna bi erkê neteweyî û niştîmanî û gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê û dengê rewa yê tevgera rizgarîxwaziya gelê me, li pêşengê medya Kurdistanê bûye û di vê erkê de şopînerê rastgoyî û pîşeyîbûnê bûye.”
Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera Kurdistan TV wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Serpereştiyar û Desteya Birêvebirin û Kedkar û Karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê,
Li bîst û duyemîn salvegera damezrandina (Kurdistan TV) da, germtirîn pîrozbahiyê li we yên xweşdivî dikim û ji bo we hêviya berdewamî û pêşketinên zêdetir dixwazim.
Kanala Asmaniya Kurdistan TV wekî yekemîn kanala televizyona asmaniya Kurdistanê, li rûyê pêgirîbûna bi erkê neteweyî û niştimanî û gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê û dengê rewaya tevgera rizgarîxwaziya gelê me, li pêşengê medya Kurdistanê buye û li vê erkê da şopînerê rastgoyî û pîşeyîbûnê buye.
Niha jî Kurdistan TV û Zagros TV li çarçêweya Dezgeha Satalayta Kurdistanê da pêwîste berdewam bin li gihandina peyama rewaya gelê me bi raya giştî û belavkirina hişyariya niştimanî û çandî pêkvejiyana li nav xelkê û li wê rêyê da li asta pêşketin û guhertinên bi lez yên warê medya û ragihandinê da bin li heman demê de jî pabendî biha û armancên bilindên gelê Kurdistanê bin.
Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serketinê dixwazim.
Mesûd Barzanî
17.01.2021
Add Comment: