image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser bagereha hewayî ya parêzgeha Anbarê ya Ayn el-Esedê ku tê de leşkerên Amerîkayê dimînin şermezar kir. Barzanî got ku dubarekirina êrîşên weha bo berjewendiyên Iraqê xerabin.

Barzanî got ku di êrîşê de xebatkarekî bi peyman dixebite jiyana xwe ji dest daye û bo malbata wî sersaxiyê xwest. Barzanî behsa pêdiviya mayîn û desteka hêzên hevpeymaniyan kir û got pêdivî bi destekê heye û her diçe bêhtir tehdîda DEAŞ ê zêdetir dibe.

Fermandarê Operasyonên Hevpar tumgeneral Tehsîn Hefacî jî ragihand ku vê sibê siet di 07.30 an de êrîşa bi roketan pêkhatiye. 10 roketên Katyûşa avêtine baregehê û her 10 roket li derveyê baregehê hatine îmhakirin.