image

PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemîn Botanî, îro 25ê Cotmehê ji ber pêketina bi vîrusa korona koça dawî kir.

Malbata nivîskarê naskirî, siyasetmedar û Serokê Nivîskarên Kurd Kakemîn Botanî ragihand ku îro ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kiriye û diyar kir, merasîma veşartinê îro li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê birêve diçe û ji ber tedbîrên tenduristiyê taziye nayê danîn.

Yekitiya Nivîskarên Kurd – şaxa Hewlêrê bi daxuyaniyê serxweşî li malbat, kesûkar û nivîskarên kurd kir û da xuyakirin: “Kakemîn Botanî nivîskarekî pêşeng û çîroknivîsekî navdar ê kurd bû û yek ji kesên damezrînerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li gel çend nivîskarên din ên dahêner û pêşkeftinxwaz ên tevgera ramanê ragihandin ku roleke girîng di pêşxistina wêje û çanda kurdî de lîstin.”

Kakemîn Botanî di warê çîrok û romanê de xwedî gelek berheman e ku romana wî ya Xerendî Merg yek ji berhemên wî ye. Di heman demê de bi zimanê erebî jî çend berhem belav kirine. Di salên dawî de jî çend beşên bîranînên xwe bi navê Kake Memêkî çap û belav kirine.