image

PeyamaKurd – Şêx Mihemmed Emîn Seydagil ku ji mala şêxê Norşên ji malbata Hezrete û berê du dewre parlementerîya bajarê Mûşê kiribû di 81 saliya temenê xwe de wefat kir. Şêx Mihemmed Emîn do nexweş ketibû û wî biribûn nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê beşa hûrlênêrînê.

Paşî sewqa wî bo Ankarayê bi ambulans-helîkopterê hat kirin lê bi sedema rawestandina dilê wî di helîkopterê de, car din wî dagerandin nexweşxana dewletê beşa hûrlênêrînê. Şêx Mihemmed do ber destê êvarê wefat kir û cenaze wî birin Norşêna Mala Hezret. Limêja cenaze wî li mizgefta Şêx Mehsûm de dê bêkirin û li goristana malbata Şêx Abdurrehmanê Taxî bê definkirin.

Şêx Mihemmed Emîn kurê Şêx taha ye, ji terîqeta Nexşebendiya ji beşa Xalidiya ye û di sala 1939an de li Norşênê hatiye dinyayê. Xwediyê 5 zarokane û du dewre parlementeriya bajarê Mûşê kiriye.