image

PeyamaKurd – Parlamentarê CHPê yê bajarê Orduyê Mustafa Adiguzel ku bi xwe doktor e, derbarê mirinên ji koronayê li Tirkiyê ku bi zelalî nayên eşkerekirin de daxuyanî da.

Adiguzel gotiye, di rewşa niha de pêwîste welat bi tevahî 20 rojan bê asêkirin, ji ber niha di rewşa herî xirab a pandemiya koronayê de derbas dibin.

Parlamentarê CHPê diyar kiriye ku li gorî agahiyên wî ji karmendên tenduristiyê û şaredariyên bajarên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wergirtine tenê 24ê Mijdarê li Stenbolê 211 kes, li Îzmirî 73 kes û li Enqerê jî 31 kes ji koronayê mirine û wezareta tenduristiyê bi eşkerekirina amarên nerast tohmetbar kir.

Adiguzel herwiha li gorî agahiyên di dest xistine dibêje, niha rojane 1000 wefat hene, heta niha herî kêm 50 hezar kesan ji koronayê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê can dane û heta meha Adarê jî heger tedbîr neyên standin wê 100 hezar kesên din bimirin.

Li aliyê din Yêkitiya Hekîmên Tirkiyê piştî ku doh cara yeke Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca haletên pêketina korona yên pozîtîf eşkere kirin ragihand ku ew hejmara li ser 28 hezar kesan jî nerast e û tenê li Enqerê rojane 14 hezar zêdetir bi koronayê dikevin li gorî amarên rojek berê.