
PeyamaKurd – Komîteya nehîştina şewba mirîşkan a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê diyar kir, heta niha nexweşiya şewba mirîşkan derbasî Herêma Kurdistanê nebûye.
Komîteya nehîştina nexweşiya şewba mirîşkan ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, do li Hewlêrê bi tevahiya rêveberiyên bêtarî yên parêzgehên Herêma Kurdistanê re civiya.
Di civînê de, behsa rewşa kargehên xwedîkirina mirîşkan hat kirin û hat gotin, heta niha nexweşiya şewba mirîşkan derbasî Herêma Kurdistanê nebûye.
Di civînê de hat destnîşankirin, ew mirîşk û balindeyên ku vê dûmahîkê mirar bûne, ji ber nexweşiya werzî ne, ne ji ber şewba mirîşka ye.
Add Comment: