image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand di daxuyaniya îro Yekşemê de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 110 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku di 24 demjimêrên borî de 110 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 30 kes li Hewlêrê, 68 kes li Silêmaniyê û 12 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan li Hewlêrê û kesekî din jî li Silêmaniyê ji ber koronayê wefat kirine.

Hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 971 nexweş jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi van amarên dawî re bû 105 hezar  û 74 kes, ya mirinan bû 3 hezar û 439 kes û heta niha 86 hezar û 785 kes jî baş bûne.