image

PeyamaKurd – Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin rasperdin û ew amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên do yên Bexdayê bikin.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir: “Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî di pêwendiyeke telefonî de, ji Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Federal Hesen Temîmî re got, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin rasperdin û amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên Bexdayê bikin ji bo çareseriyên pêwîst werbigirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin, Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û ev helwesta wî bi girîng û mirovdostî bi nav kir.

Do li bazareke navbera qada Tehrîrê û qada Teyeran a li Bexdayê, du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de 31 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Beriya niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê teqînên Bexdayê de belav kiribû û ji bilî ku hevxemiya ligel xizmên qurbaniyan nîşan da û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ku pêwîst bike, amade ye.”