image

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ku sibe 1ê Adarê, yekem pişka derziya bo vîrusa koronayê sibê digihîje Kurdistanê.

Saman Berzencî îro 28ê Sibatê di merasîma vekirina nexweşxaneya çavdêriya hûr ya Lalav de ku li Hewlêrê hat vekirin ragihand, sibê êvarê yekemîn pişka derziya Koronayê digihîje Kurdistanê.

Dr. Berzencî got, ew pişka han 5 hezar doz e û hikûmeta Çînê pêşkêşî Iraq û Kurdistanê kiriye. Ji wê pişkê, beşek bo welatiyên Çînî yên li Kurdistanê ye û 2 hezar doz jî para welatiyên Kurdistanê ye.

Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, ji bo lêdana derziyê wan dest bi tomarkirina navan kiriye û diyar kir ku wê derzî piştî têstên taybet li çend taxên civakê were lêdan.

Berzincî daye xuyakirin ku dibe destpêka meha bê jî pişkeke din ya derziya Koronayê bigihe Iraqê û beşek ji wê jî ji bo Kurdistanê were terxankirin.

Wezîrê Tenduristiyê li ser rewşa dawî ya koronayê jî got, beşek mezin ji pêketiyên niha yên Koronayê, bi vîrusa nû ketine loma bila xelkê Kurdistanê hay ji xwe hebe û şîretan bicih bînin.