image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Xurmatû erebên ji derve hatine êrîşî kurdan kirine û şer di navbera ereban û kurdan de rû daye.

Hat zanîn ku bi sedema erebên hawirde vegeriyane sînorê Daqûq û Xurmatûyê şer di navbera wan û Kurdan de rû daye.

Melbenda 16 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, Erebên hawirde bi hevkariya artêşa Iraqê hatine û artêşa Iraqê teqe li rûniştvanên Kurd ên li navçeyê kiriye.

Hat diyarkirin ku erebên hawirde vê sibehê bi hevkariya hêzên hikûmeta Iraqê vegeriyane û dixwazin car din zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Gundê Kulî Tepe yê rastî êrîşê hatiye, di salên 90î de hatiye Erebkirin û navê gund jî kirine Mihawş, lê piştî 2003yan ku hikûmeta Beas rûxiya, erebên hawirde gund ji gund derketine û rûniştvanên gund ên Kurd ji nû ve vegeriyane.

Berpirsê Melbenda 16 a YNKê Mele Kerîm Şikur ji Rûdawê re gotiye, “Artêşa Iraqê ji bo piştevanîkirina Erebên hawirde teqe li rûniştvanên navçeyê yên Kurd kiriye. Em jî ji bo piştevaniya Kurdên li navçeyê diçine wî gundî û em rê nadin ew Erebên hawirde vegerin navçeyê.”

Derbarê ziyanên wî şerî de hîn agahiyên zelal nehatine.