image

PeyamaKurd- Navenda medya artêşa Yemenê bi nivîskî ragihand ku hêzên artêşa Yemenê li rojhilatê payîtext Sana yê, li navçeya Nehmê drona ku tije sîlih bû xistine xwarê.

Li bakûrê Yemenê jî li bajarê Cewfê di navbera artêşê û Hûsiyan de şer derketiye û gelek mîlîtanên Hûsiyan mirine an birîndar bûne. Heya niha Hûsî ti agahîyekî nedane çapemeniyê.