image

PeyamaKurd - Berpirsê Giştî kompaniyên Tesla û SpaceXê Elon Musk, bi 188,5 milyar dolar sermiyanê xwe bû kesê herî dewlemend di asta cîhanê de.

Li gorî amarên fînasê vê hefteyê sermeyayê Elon Musk gihîşt 188.5 milyar dolaran û ket pêşiya xwediyê kompaniya Amazonê Jeff Bezos ku ji Cotmeha sala 2017an ve ew kesê herî dewlemend ê cîhanê bû.

Musk xwediyê ji sedî 18ê parên kompaniya Tesla ye ku bihayê wê cara yekem 700 milyar dolar derbas kir û doh gihîşt 755.98 milyar dolaran.

Tesla di berhemanîna otomobîlên elektrîkî de kar dike, bi sedema bilindbûna xwesteka li ser van cûreyên otomobîlan, bihayê wê bilind dibe ku niha daye pêşiya kompaniyên mezin ên otomobîlan Toyota, Voks Wagenm Hundai, General Motors û Fordê.

Elon Musk meha Hezîrana borî li ser sermaye û darayiya xwe ji kovara Forbes re gotibû: “Ev hejmar bilind dibin û dadikevin, lewma bo min tiştekî ne zêde girîng e. Ya girîng çêkirina berhemên baş e ku xelk jê hez bikin.”

Li gor kovara Forbes, Elon Musk sala 2012 di nava 400 dewlemendên cîhanê de bi sermayeya 2.4 milyar dolarî di rêza 190ê de cih girtibû û di Kanûna 2020 de jî 37emîn kesê dewlemend li cîhanê bû.

Hêjayî gotinê ye, ji ber belavbûna pandemiya koronayê  nirxê kompaniyên teknolojiyê bi rêjeyeke zêde bilind dibe.